Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ku bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî piroz kir da zanîn: “Windabûna zimanekî windabûna gelê wî zimanî ye. Îro Kurdî û zimanên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên rayedaran ve li ber xetereya tunebûnê ne.”
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtim Sen a Wanê bi mebesta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî duxayaniyek da çapemeniyê. Tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk yên Wanê Sînan Çîftyurek, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmut Dundar, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Murat Atabay û rêveberên sendîqayê jî tevli daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniya ku li ber Perîhan AVM ya li navenda Wanê hate lidarxistin de pankarta “Her Netew Bi Zimanê Xwe Heye. Ziman Hebûne-Heme Netewî Bi Ziwanê Xo Estê. Ziwan Estbîyayîş o” hatin vekirin. Di dema daxuyaniyê de diruşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
Kovara Hewarê di 15’ê Gulanê de dest bi weşanê kiriye
Berdevkê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Babat desnîşan kir ku di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûreyê, Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kiriye û zimanê Kurdî, di vê werçerxa tarîxî de, bi tîpên latînî hatiye xwendin û nivîsandin.
Babat di berdewamiyê de anî ziman ku her ziman nasnameya civaka xwe ye û wiha domand: “Ji ber wê windabûna zimanekî windabûna gelê wî zimanî ye jî. Îro Kurdî û zimanên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên rayedaran ve li ber xetereya tunebûnê ne. Divê neye jibîrkirin ku parastina zimanekî bi hewldanên takekesî ne mimkun e.”
Di vê babetê de Babat derbirî, îro şertê ewilî yê parastina zimanekî ew e ku divê ew ziman di qada giştî de bêcûdakarî, bi awayekî serbest were bikaranîn û ji aliye hêza giştî ve were piştgirîkirin.
‘Weşan û sazî hatin girtin’
Babat her wiha diyar kir ku li hemberî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê gele Kurd li ber xwe daye û ev gotin lê zêde kir: “Di derfetên kêm, şert û mercên zor û zehmet de jî Kurdan bi rîya komele, enstîtu, rojname, weşanxane û televizyonan ji bo zimanê xwe rêkên ronî vekirin.”
Bi domdarî Babat bibîr xist ku gelek weşan û saziyên çapemeniyê yên ku Kurdî weşan dikirin bi Biryarnameyên Bihuqmê Qanûnê (KHK) hatine girtin û wiha got: “Qeyûmên ku li şaredariyan hatin tayînkirin û KHKyên ku ji aliyê Hikûmetê ve hatin derxistin hemû kar û bizavên rojname, kovar, kanalên TVê, malper, saziyên jinan, Enstîtuya Kurdî û qursên zimanê Kurdî têk birin. Di heyameke wiha de, xwedîderketina Zimanê Kurdî, berpirsyariyeke gelek girîng e.”
Daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî
Babat, di daxuyaniya xwe de bo zimanê Kurdî hin daxwaz rêzkirin û wiha axivî: “ Em di roja Cejna Zimanê Kurdî careke din daxwaza perwerdeya zimanê dayikê dikin. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42’emîn a Makeqanûnê were guhertin. Di wan peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye de, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Em careke din vê rastiyê aşkera dikin.”
Babat, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û Em, di roja Cejna Zimanê Kurdî de, hemû kedkar û xemxurên zimanê kurdî yên ku gelê kurd û zimanê kurdî ji asîmîlasyon, red û înkarê parastine, bi rêzdarî silav dikin, Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”
Piştî daxuyaniyê girse bê bûyer belev bû.
Cejna Zimanê Kurdî
Di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Sûriyeyê, Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve yekemcar Kovara Hawar tê çapkirin. Kovara Hawar, 23 hêjmarên destpêkê bi tîpên Erebî bi Kurdî û 34 hêjmarên dawî bi tîpên latînî bi Kurdî dertê. Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Vîdeo-Montaj/Dildar Guler-Serhat Ece
Serhat News