1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê heta niha nezî hezar karmend ji kar hatine derxistin

Li Wanê heta niha nezî hezar karmend ji kar hatine derxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Her hefteyê li Wanê jibo karmendên bi ‘Bîryarnameya Desthilata Qanûnê’ (KHK) ji kar hatine derxistin cardin vegerin ser karê xwe ji aliyê hejmarek rêxistinên sazîyên sîvîl ve xwepêşandan tê lidarxistin.

Berdevkê Platforma Maxdurên KHK’ê yê Wanê Saît Kirmaci ku ew jî li nexweşxaneya Erdîşa Wanê bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin, dibêje ku tenê li Wanê nêzî hezar karmend bi avayekî bêhiquqî ji kar hatine derxsitin.

Di berdewamiyê de Kirmaci wiha got: “Mîna min derheqê 89 hezar karmendan de dadgehan bîryar da ku ew vegerin ser karê xwe yê berê. Lê tevî vê bîryarê ev bîryar nehat cîh, jiber ku bîryarên KHK yê sîyasîne û em bawer dikin ku dîsa pirsgirêkên me bi rêya sîyasetê dê were çareser kirin.”

Kirmaci herî dawî îdia dike ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku Erdogan serokê wê ye, wekî firsendekî nêzî hewildana darbeya leşkerî bûye û kesên ku ne li gor birdozîya wan ji karê dewletê hatine dûr xistin.

Piştî hewildana darbeya leşkerî ya di 2016’an de bi KHK yan bi îdiaya ‘terorîzmê’ û ‘alîkarîya darbeya leşkerî kirine’ bi hezaran karmend ji sazîyên dewletê hatin derxistin û hin sazîyên sîvîl jî hatin girtin.

Li gor daneyên Platforma Maxdurên KHK yê, heta niha 152 hezar karmend ji kar hatine derxisitin û 2 hezar 700 sazîyên sîvîl jî hatine girtin.

Herwiha li gor daneyên Platforma Maxdurên KHK yê heta niha derheqê mîlyonek û 600 hezar karmend de bi îdiaya terorîzmê lêpirsîn hatiye vekirin û 300 hezar kes hatine zîndan kirin. Kirmaci dibêje ku piştî rewşa awarte OHAL’ê jî bi KHK yan ji kar derxistina karmend berdevam kirîye û got ku herî dawî li nexweşxaneya bajarokê Erdîşa Wanê 3 karmend bi heman sedemê hatine derxisitin.

Hêjayî gotinê ye ku Platforma Maxdurên KHK yan li 70 bajarên Tirkîyê hatiye avakirin û ew bi taybet ji partîyên opozîsyonê daxwaz dikin ku dema ew hatin ser desthilatê pirsgira KHK yan were çareser kirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê heta niha nezî hezar karmend ji kar hatine derxistin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *