Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden bi vîrusa Covît-19’yê ketiye û li Qesra Spî tê dermankirin.
Berdevka Qesra Spî Spî Karîne Jean-Pîerre derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: “Bîden bi Koronayê ketiye. Lê belê nexweşiyê sivikî derbas dike û niha tê dermankirin”
Her wiha Karîne Jean-Pîerre destnîşan dike ku Bîden, derziya dijî Koronayê bi kar aniye û nîşaneyên nexweşiyê gelek kêm li ser wî tên dîtin.
Jean-Pierre got, Joe Biden cîbicîkirina erkên xwe yên serokatiyê didomîne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden 79 salî ye û di dîroka Amerîkayê de serokê herî bi temen e.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver