DOSYA 5
Serokê Giştî ya Partiya Azadî Ayetullah Aşitî ku Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd nirxand, diyar kir, “Îro ne roja birdoziya ye. Divê em hebûna xwe îspat bikin. Ew kesên ku dibêjin Kurdistan kezeba mine gereke kezeba xwe parçe neke”
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinê parlamentoyê û yên serokkomariyê dê bên lidarxistin. Ji hemû hilbijartinan cuda tir, di vê hilbijartinê de gel guhartinê dixwaze. Gelê Kurd jî dixwaze di sedsala duyan ya Komara Tirkiyeyê de mafên neteweyî û çandî bêne diyarkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
Li aliyê din jî wek tê zanîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin û wehe ye partî bê girtin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar dabû ku bi navê Partiya Çep û Kesk (Yeşiller ve Sol Partî) tevli hilbijartinan bibe û armanca wê ew e ku herî kêm sed parlamenteran bişîne meclîsê. HDP’ê her wiha bo serokkomariyê jî namzet diyar nekiriye û tê payîn ku piştgiriyê bide namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu.
Di vê hilbijartinê de qanûna hilbijartinê ya nû ferz dike ku partiyên siyasî dibin banê tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Ev yêk piranî kêrî partiyên ‘biçûk’ ên ku pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê ye, tê. Partiyên ku nikarin benda hilbijartinê derbas bikin, bi vê sayê wê bikarin parlamenteran bişînin meclîsê.
Di ve çarçoveyê de AKP, MHP, BBP, YRP û HUDA PAR di bin banê Tifaqa Cumhur de, CHP, ÎYÎ Partî, SP, DEVA, GELECEK û DP, di bin banê Tifaqa Millet de û TÎP, EHP, SMF, EMEP, TOP, Yeşil Sol Parti û HDP jî di bin banê Tifaqa Ked û Azadî (Emek ve Ozgurluk) de dê tevli hilbijartinan bibin.
Ji bilî van tifaqan, Komaleya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadî (PIA), Partiya AZADÎ, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Şoreşger Demorkatîk (DDKD) û HDP jî bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdan tîfaqeke din ava kirin.
Me wekî Serhat Newsê bi serokên giştî yên partiyên ku tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurdan bûne derbarê hilbijartinan de dosyayek amade kir.
Di beşa pêncemîn a dosyayê de Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, bi ser xebatên hilbijartinê, wate ya avakirina tifaqa Kurdan û çareseriya pisgirêka Kurd de nêrînên xwe bi me re parve kir.
Hûn di hêla aborî de rewşa Kurdan çawa dibinin? Çareseriya wê çiye?
Aborî bi siyasetê we hatiye girêdan. Tu carê nayê bîra min li vî welatî, vê heremê wekî a niha, aborî bi siyasetê ve hatibe girêdan. Mixabin ev e zextekî gelek bê wijdanî û bê edaletî ye. Li bîra min e, Tirkiyeyê heta niha çiqas îktîdar û hiqumet hatibine guhertin, du tişt hatine guhertin. Yek ew samsarê (arabulucu) xwe tînin û ya din zengînên xwe diafirînin. Lê tu deman ne wekî vê demê bû. Vana (îktîdar), tu însanê ku wan ne parêze tu mafê jiyanê na de wan.
Divê Kurd çawa nêzîkbine wê hilbijartina serokkomarî û a giştî?
Berxwedan li gorî şert û mercê dinyayê û li gorî şert û mercên herêmê ye. Ji bo serkeftina, azadbûna gelê Kurd, ji me re ev hilbijartin firseteke. Gerek ew firsete baş bê bikaranîn. Divê (tu) kes bi aliyê ideolojîk ve nefikire. Li ser navê partiyan niqaşê neke. Ya muhîm eve Kurd (bikarin) girseyeke mezin bişînin meclîsa Enqerê û temsîliyeta wî milletî pêk bîne. Ya girîng ev e, tiştên din teferruate.
Wekî din, divê em sosyolojiya wî milletê baş fêm bikin. Yên ku endamên xwe dişînin meclîsê, divê, li gorî wê bişînin. Bangawaziya min ji tevahî gelê Kurd ev e, hûn çawa girîngiyê didin rojî û nimêjê wisa bidin hilbijartinan jî. Lewra ew hilbijartine an serkeftine an binketine. Sedsala duyemîn ji wî miletê re firseteke. Ger di hilbijartinan de serkeftin çêbe, dê zagon û stratejiya serokkomariyê bê guhertin. Ji bo wê pêwîst e milletê Kurd girîngiyê hilbijartinê. Lewra wextê ku miletekî dewletawî hebe, ala wî hebe, mafên wî hebe, dikare nesîhet û rexnê li xwe bike. Lê îro miletê Kurd tuneye, nayê qebûlkirin. Ji ber wê jî divê gel hebûna xwe bigere û wê îspat bike. Divê mirovên me nekevine meseleya çepgir î rastgirî. (Ev) Meseleya hebûn û nebûnê ye.
Huda Par dawiyê tevlî bû tifaqa Cumhur. Hûn wê tifaqê çawa dinirxînin? Nêzîkbûna we dê çawa be?
Tifaqa wan ne li ser dîndarî û an jî dînsiziyê ye. Tifaqa wan li ser dewletmendiyê ye û tu eleqa wan bi oldariyê nîne. Îro miletê bindest gelê Kurde. Ew miletê ku nayê naskirin Kurd in. Me sala 2018’de platforma zimanê Kurdî avakir. Tiştekî çand û hunerî bû. Me ji bo hemû wan rêxistinan dawetname şand û me xwest ku ji bo mafê vî zimanê bibin alîkar. Di zagonan de ew tiştene bêne çareserkirin, di medrese û perwerdeya de bên pêkanîn. Yekê ji wa aliya (HUDAPAR) bû. (Wan) bersiv neda me. Xwedê her gel bi zimanê xwe afirandiye. Lê ewa ne ser navê islamiyetê yek millet, yek al û yek ziman dipejirînin. Ha însanekî nimêj înkar kir, ha însanekî milletek înkar kir. Dînê Îslamê hevalbendiya insanên bindest dike, yanî ew (Îslam) çareserkirina mazlumiyetê ye. Ew 20 sale di zagonan de tiştek li ser mafê mirovan nehatiye zêde kirin. Hêj zagona 1982 berdewam dikin. Li ser navê dîn zimanê wî miletê qedexe dikin.
Partiyên Kurd û partiyên Çepgir û Şoreşger ên Tirkîyê li gel Partiya Keskên Çep tifaqekê dimeşînin. Cudahiyên we çine? Gelo hûnê bikarin bihevre bimeşin?
Tu eleqeya hilbijartinê, oldariyê bi hevre nîne. Îro dewletek heye zagona wê dewletê heye. Bîr û baweriya me ew e ku ev zagone xelete, şaşe. Em dibêjin lazime dev ji vê xeletiyê bê berdan. Wek demên berê hemû tişt di meclisê de bê guftugokirin û ew zihniyeta tekparêz têk here. Beriya niha, hemû tişt bi raya parlamenteran dihate kirin. Lê îro çi tiştê parlamenteran nîne. Serokkomar çi dibêje ew tê kirin.
Stratejiya we ya Hilbijartinê çiye? Piştî hilbijartinê helwestên we bi taybetî ji bo herêmê Serhadê hene?
Partiya Keskên Çep li aliyê Tirkan tifaqa Ked û Azadî çêkiriye. Li aliyê Kurdistanê ji tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd hatiye avakirin. Me li ser heft xala li hevkirîye. Ew xal mafên wî miletêne. Li wan tifaqa de hemû rêxistin li gorî derfetên xwe kar û xebatên xwe bimeşîne.
Deriyê sînoran ji bo wê gelê derfeteke mezine. Wekî din aliyê Serhedê cihê ajaltiyêye. Lê yên me dibin nêrîn em ne desthilatdarin. Aborî karê Îktîdarê ye.
Hinek partiyên din ên Kurd tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd nebûne. Sedema wê çiye? Dê ev tifaq hêj berfireh bibe an na?
Îro partiyên Kurdî hemû wê noqtê de mitabiqin ku tifaqeq Kurdan hebe. Ez dikarim bi zelalî bêjim dema ku partiyên me bo çareseriyê hatin ser masê lazime dev ji xetên xwe yên sor ên partiyên xwe, birdozî û fikrên xwe berdin. Birdozî û ramanên partiyan ji me re ne pêwîst e. Lewra îro em doza hebûn û tunebûnê dikin. Em wan partiyan re dibêjin; Hevalno, bo xwedê ka bifikirin di nava van 50 salan de we çi lê zêde kiriye. Ez vekirî dibêjim belê raste dijmin nahêlin tifaqa Kurdî çêbibe. Lê heya niha me li ser medyayê çi partiyên Kurdî rexne nekiriye. Em wekî Partiya Azadî dibêjin heta ku ‘Kurdistan’ azad nebe, rexnekirina aliyên Kurd li ser medyayê heram e. Pêşiyê divê em hebûna xwe îspat bikin. Îro ne roja birdozîya ye. Ew kesên ku dibêjin Kurdistan kezeba mine gereke kezeba xwe perçe neke.
Serhat News