1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serokkomar Erdogan: Operasyonên me dê berdewam bikin

Serokkomar Erdogan: Operasyonên me dê berdewam bikin

featured
Wêne Malpera Serokkomariyê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Erdogan di konferansekê de gefa berdewamiya operasyonên li dijî Bakûrê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê xwar.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê ya li Enqereyê tevli di14’emin  Konferansa Balyozan a bû û li vir axaftinek kir.

Recep Tayyîp Erdogan di beşek axaftina xwe de balkişand ser operasyonên leşkerî yên artêşê ku li derveyî welat têne meşandin û wiha domand: “Operasyonên me yên li Bakurê Sûriyeyê ji bilî ku ewlehiya sînorên me yên başûr misoger kiriye, xeyala çêkirina dewleta terorî jî ji nav biriye.”

Erdogan her wiha destnîşan kir ku ew li Îraqê heta ku dawiyê li PKKyê tînin dê operasyonan bikin.

Tirkiye ji sala 2016’an ve heta niha 3 caran bi rêya operasyonan û bi hinceta parastina sînoran çûye nav axa Bakûrê Suriyeyê

Sala 2016’an operasyona Mertala Firatê ji Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê dest pê kir û navçeyên Elbab, Raî û Ezazê yên Helebê kontrol kirin.

Herwiha 20ê Çileya 2018an operasyona Çiqlê Zeytûnê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê pêkanî. Tirkiyeyê bi piştevaniyê 25 grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Artêşa Tirkiyê 9ê Cotmeha 2019an bi operasyona “Kaniya Aştiyê” êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û ew jî dagir kirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokkomar Erdogan: Operasyonên me dê berdewam bikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *