1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serowezîr Barzanî bi Serokkomar Erdogan re civiya

Serowezîr Barzanî bi Serokkomar Erdogan re civiya

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa Iraq, herem û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina derfetên hevkariyê ji bo ewlehî û aramiya navçeyê hat kirin.

Mesrûr Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan daxwaziya xwe ji bo pêşxistina hemahengî û peywendiyên dualî li ser esasê berjewendiyên hevbeş di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û bazirganî de nîşan dan.

Mesrûr Barzanî got: “Di civînê de me behsa rewşa Îraq û deverê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û me teqezî li ser berfirehkirina derfetên hevkarî bo ewlekarî û aramiya deverê kir.”

Li aliyê din Serêkwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Serokwezîr di twita xwe de wiha dibêje “Min bi Serokomar Erdogan re li ser geşedanên herêmî û potansiyela têkiliyên me yên dualî danûstendineke berhemdar kir. Me derfetên nû ji bo zêdekirina bazirganiya dualî û veberhênanê vekolîn.”

Çavkanî: Rûdaw

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serowezîr Barzanî bi Serokkomar Erdogan re civiya
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *