Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Îsraîlê ku bo xebatên rizgarkirina mexdûrên erdhejê hatibû Tirkiyeyê, ji ber metirsiya ewlekariyê şevêdin bilez ji Tirkiyeyê derketiye.
Li gor ahagihên hatine bidestxistin, tîma Îsraîlê ya ji 25 kesan pêk dihat, ku bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûn herêma erdhejê şevêdin bilez vegeriyeye Îsraîlê.
Li gor nûçeya Kurdistan TV’yê çapemeniya Îsraîlê derbarê mijarê de diyar kiriye, “Zaniyariyên teqez ji tîma me re hatine dayîn ku, çend komên tundraw(aşiri) û radîkal li Tirkiyeyê xwe amade kiribûn daku, êrîşî ser tîma Îsraîlê bikin. Lewre tîma me jiber vê metirsiyê bilez bi balefireke taybetî ji Tirkiyeyê hatiye derxistin.”
Serhat News
(lg)