Li gor TUÎK’ê di çaryeka salê de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 10.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), rêjeya bêkariyê ya çaryeka îsal parve kir. Li gorî vê yekê; rêjeya bêkariyê ya ji bandorên demsalê hatiye safîkirin weke ji sedî 10 hat eşkerekirin.
TUÎK’ê ragihandiye ku rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15-24’ê saliyê de ji sedî 19,1, rêjeya bêkariyê ya zilaman ji sedî 8,7 û ya jinan jî ji sedî 12,8 e.
Serhat News
(lg)
Jêder MA Kurdî
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver