Li Danîmarkayê endamên koma tundrew Danske Patrioter li ber Balyozxaneya Iraqê ya Denmarkê Quran şewitandin.
Endamên koma tundrew Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkê) dirûşmên li dijî Îslamê gotin û sivikatî li Quranê û alaya Iraqê kirin.
Heman komê paşê di bin tedbîrên ewlehiyê yên berfireh de Quranê şewitand û çalakî lidar xist.
Komê diyar kir ku wan a “Li dijî êrîşa Balyozxaneya Swêdê ya Iraqê” Quran şewitandiye.
Alîgirên Sedr jî li Bexdayê li dijî şewitandina Quranê xwepêşandan kirin û xwestin bi ser Balyozxaneya Danîmarkayê ya Iraqê de bigirin. Lê hêzên ewlehiyê rê nedan wan.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Iraqê ji parastina ewlehiya nûnerên dîplomatîk berpirsyar e. (Rûdaw)
Serhat News