1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Walîtiya Şirnexê ket û derketine 14 herêman qedexe kir

Walîtiya Şirnexê ket û derketine 14 herêman qedexe kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li 14 herêmên bajarê Şirnexê ya û navçeyên wê 15 roj qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 29ê Îlonê Tebaxê heta 13yê Çiriya Pêşînê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin. Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya xwe de angaşte kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî

Çiya û deverên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:
“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê. ”Walîtiyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran. Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara Walîtiyê re gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan deran diçêrîne. Ev biryariya li pêşiya çêrandina ajelên koçer û gelê herêmê dibin astengî.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Walîtiya Şirnexê ket û derketine 14 herêman qedexe kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *