Welatiyên ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibûn desteserkirin piştî ifadeya wan hat wergirtin, serbest hatin berdan.
Duh li Taxa Ûlûyolê ya Bazîda Agiriyê polîsan bi ser mala malbata Ergulê de girtibû û Berîtan Ergul, Gulcan Ergul, Serhat Ergul, Leyla Ergul û Harûn Rojhat Ergulê hatibûn desteserkirin.
Endamên malbata Ergul piştî wergirtina îfadeyê îro serbest hatin berdan.
Li gor agahiyên bi dest ketin ji ferdên malbatê der barê Botan Ergul de jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn (MA)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver