1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Wezaret: Nasnameya 106 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin ne diyar e

Wezaret: Nasnameya 106 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin ne diyar e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku nasnameya 106 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha hezar û 405 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin. Wezaretê her wiha gotiye, ”Nasnameya 106 zarokan hê jî nehatiye destnîşankirin.”

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Niha hezar û 890 zarok li wezaretê tomarkirî ne ku bê serperişt (refakatçi) ji bin kavilan hatine rizgarkirin. Piştî kontrolkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirine û zelalkirina wan hezar û 405 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin. Dermankirina 105 zarokên me li nexweşxaneyan temambûye û li saziyên wezareta me di çavdêriyê de ne. Pêvajoya çareseriya 380 zarokên me li nexweşxaneyan ji nêzîk ve tê şopandin. Nasnameya hezar û 784  zarokan hatiye destnîşankirin. Nasnameya 106 zarokan jî hê nehatiye destnîşankirin.”

Roja 6’ê Sibata 2023’an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 bajaran yên wekî Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di daneyên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 43 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezaret: Nasnameya 106 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin ne diyar e
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *