YSK’ê ragihand, ku heta niha li nûnertiyên Tirkiyê yên derveyî welat û li deriyên sînoran 848 hezar û 515 kesan deng dane.
Bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyê, ji 27’ê Nîsanê vir ve li nûnertiyên derveyî wî welat, deriyên sînor û balafirgehan dengdanê destpê kiriye û ew ê heta 14’ê Gulanê berdewam bike.
Piştî destpêkirina dengdana derve, Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) jî rojane hejmara dengên ku li derveyî Tirkiyê û deriyên sînor tên dayîn eşkere dike.
Li gor daneyên Desteya Bilind a Hilbijartinê ji 2’ê Gulanê heta saet 22:30’an li nûnertiyên derveyî wî welat 787 hezar û 473 kesan û li deriyên sînor jî 62 hezar û 42 kesan deng dane.
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê tenê 11 roj mane û rikeberiya her du tifaqên sereke, Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur tundtir bûye.
Li aliyekê din, ji bo belavkirina encamên anketan jî, tenê îro û sibe dem maye û şîrketên anketê divê îro yan sibe encamên anketên xwe yên herî dawî aşkere bikin. (Rûdaw)
Serhat News