Li Îranê zarokeke 10 salî yê Beluc ji aliyê hêzên rejîmê ve hate qetilkirin.
Li bajarê Delgan ê bi ser eyaletên Sîstan û Belucîstanê, zarokê 10 salî yê bi navê Îhsan Yusufzahî ku eslê xwe Beluc e, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hate qetilkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yusufzahî di 19’ê Tebaxê de li gundê Mand ê bi ser navçeya Jalgayê, dema bi motorsîkletê diçû, rastî gulebarana hêzên rejîmê hatiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Îstixbarata Îranê derbarê bûyerê de îdîa kiriye ku zarok biboneya “Nesekiniye” hatiye qetilkirin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver