Xwendekarên li wargeha KYK’ê ya Îdirê ji ber pirsgirêka ava germ derketin û kêzik di xwarinên wan de derketin bertek nîşan dan.
Xwendekaran pirsgirêka ava germ û kêzikên di xwarinên xwe de li Saziya Kredî û Xwargehan a Îdirê (KYK) protesto kirin û bang li rêveberiyê kirin ku îstifa bike.
Xwendekaran diyar kirin ku ava germ û germkirinê ji aliyê rêveberiya wargehê ve tê astengkirin, kêzik di nava xwarinê de derketine û dema ketin û derketinê rastî tacizên devkî û fizîkî li wan hatiye kirin û wan ev yek ji rêveberiya KYK’ê re ragihand, lê belê rêveberiyê li hemberî vê rewşê xemsar man û gelek caran dirûşma “Rêveberî îstifa” berz kirin.
Serhat News