1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Welatiyek Tirkiyeyê li Dihokê hate kuştin

Welatiyek Tirkiyeyê li Dihokê hate kuştin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiyê bi navê Huseyin Turelî ku ji ber dozên xwe yên siyasî li bajarê Dihokê yê Herema Kurdistana Federal bicih bûbû, şevêdin di encama erîşeke çekdarî de hate qetilkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, welatiyê Kurd ê bi navê Huseyîn Turelî ku ji ber dozên xwe yên siyasî bi neçarî koçî bajarê Dihokê yê Herema Kurdistana Federal a Iraqê kiribû, şevêden rastî êrîşeke çekdarî hat. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de Turelî jiyana xwe ji dest daye.

Hat hînbûn ku Turelî li Navenda Danûstandinê ya Family ya li Duhokê dikana borekan a bi navê “Asli Borek” dida xebitandin.

Turelî yê ku ji ber dozên xwe li Duhokê bicih bûbû, sala bihûrî di meha gulanê de jî bi êrişekê re rûbirû mabû.

Ajansê diyar nekiriye ku ka Turelî ji kîjan bajarê Tirkiyeyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarên Herema Kurdistanê ev demeke li dijî siyasetmedarên Kurd ên bi neçarî ji ber dozên xwe yên siyasî li wan deran bicih bûne êrîşên çekdarî tên pêk anîn.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Welatiyek Tirkiyeyê li Dihokê hate kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *