Li Girava Axtamarayê ku di nava Gola Wanê de ye, darên behîvan kulîlk vekirin û bi xemla biharê xemilî.
![Girava Axtamarayê xemla biharê li xwe kir - Girava Axtamaraye xemla bihare li xwe kir 4](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/04/Girava-Axtamaraye-xemla-bihare-li-xwe-kir-4-1024x683.jpg)
Li Girava Axtamarayê ku li nava sînorên navçeya Westana Wanê de cih digire, darên behîvan kulîlk vekirin û qefleyên turîstan ên xwemalî û biyanî jî berê xwe dan giravê.
![Girava Axtamarayê xemla biharê li xwe kir - Girava Axtamaraye xemla bihare li xwe kir 3](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/04/Girava-Axtamaraye-xemla-bihare-li-xwe-kir-3-1024x683.jpg)
Girava Axtamarayê ku hersal bi hezaran kes têne serdana wê, di her demsalê de bi xweşikatiyên xwe yên rengîn, derdikeve pêş.
![Girava Axtamarayê xemla biharê li xwe kir - Girava Axtamaraye xemla bihare li xwe kir 2](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/04/Girava-Axtamaraye-xemla-bihare-li-xwe-kir-2-1024x683.jpg)
Bi hatina biharê ve darên behîvan ên li giravê kulîlk vekirin û girav bi rengên biharê xemilî. (AA)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver