Li Nisêbînê jinek bi guleyê ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Li gor agahiyan, jina bi navê Nûrşîn T. a li Taxa Elîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijî, bi guleyê ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Nûrşîn T. a birîndar piştî ku tîmên tenduristî û ewlehiyê hatin cihê bûyerê ji nexweşxaneya Nisêbînê re hate veguhestin.
Li vir piştî mudaxaleya destpêkê jina birîndar şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Dermankirina Nûrşîn T. a tê îdiakirin întîhar kiriye berdewam dike.
Hate hînbûn ku têkildarî bûyerê birayê wê hatiye binçavkirin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver