Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo, wesayîtek li nava bajêr teqîyaye.
Li gor agahiyan, teqînê li Taxa Quwetlî ya bajarê Qamişlo rû daye.
Hat destnîşankirin ku di dema derbasbûyîna wesayîta karmendên perwerdehiyê de bombeyek hatiye teqandin. Di encama teqînê de li gor zanyariyên destpêkê ajokarê wesayîtê birîndar bûye.
Piştî bûyerê birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestin.
Derbarê teqînê de rayedarên heremî hêj tu daxuyanî nedane. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver