‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Akademiya Hunerê ya Aryen a Wanê bi navê “Rojên Mûzîkê yên Aryen” ew bernameya ji bo mexdûrên erdhêjê avakirî piştî 4 rojan bi konsera Colemêrg Collectivê bidawî bû.

Akademiya Muzîkê ya Aryenê, ji bo mexdûrên erdhejê bi navê “Rojên Muzîkê yên Aryenê” li Wanê rêzekonser lidarxist. Konserên ku 4 rojan dom kir, şevêdin bi konsera Colemêrg Collectivê bi dawî bû.

Konsera Colemêrg Collectivê li eywana ŞanoWanê ya li Aydin Perîhan AVM’ê, bi tevlîbûnek mezin û coşek xurt hate lidarxistin. Ev bername diyarî mexdûrên herêma erdhejê hate kirin. 

‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû - ‘Rojen Muzike yen Aryene bidawi bu

‘Salonê coşek xurt hebû’

Ciwanê bi navê Robar Bor ku tevli konserê bûye balkişand ser çand û hunera Kurdan û keyfxweşîya xwe wiha anî ziman: “Me zanî kû bernameyek wiha derxistine û me xwest k em tevlî bernameyê bin. Em gelek kêfxweş bûn li salonê coşeke xurt hebû. Di van 4 rojan de herî zêde, ez îro kêfxweş bûm. Kedên komên din jî pir baş bûn, lê îro cudatir bi girtina govendê, coşa bihêz û  gotina wan a çîroka ‘Heft bûkan’ em, hem gelek hestewar û hem jî dilşad bûn.”

‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû - Robar Bor

Endamê Aryen Komê hunermend Emre ji got, “Me li vê derê bo gelê xwe stranên xwe pêşkeş kir. Em dixwazin li Colemêrgê jî konserek wisa bê lidarxistin. Gelek spas ku gelê me, em tenê nehiştin.”

‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû - Emre

Hunermendê Koma Colemêrg Collectivê Şiyar Yaşar biboneya malovaniya wan spasiyên xwe pêşkeşî ŞanoWanê kir û wiha axivî: “Ji bo vê şahîyê û bo malovaniya wan em spasiyên xwe pêşkeşî ŞanoWan û gelê Wanê dikin. Rastî coşek gelek mezin bû. Ji bo mexdûrên erdhejê me ev konsere pêk anî. Coş pir bi zêde bû. Ji ber ku cih tend bû gelek kes derketin ser dikê. Hevîya me ew e ku ev coşe û ev yêkitî tu caran li nava gelê me ne qede. Ez bang li hûnermendên ku li pey me tên dikim ku, tu carê dev ji çand û hunera xwe bernedin.”

‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû - Siyar Yasar

Herî dawîyê de hunermendê Koma Aryen Kemal Yildirim ji kurtasî, behsa armanca bernameyê kir û wiha domand: “Li bajarên Kurdistanê erdhejek gelek mazin çûbû. Me jî wekî hunermendên Kurd, xwest em piştgirî bidin gele xwe.”

‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû - Kemal Yildirim

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Rojên Mûzîkê yên Aryenê’ bidawî bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *